26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Derve ya Amerîka: Divê PKK ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku “pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve, ji ber ku Şingal ne cihê PKKê ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby roja pênşemiyê di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “PKK di nava lîsta terorê ya Amerîkayê de ye û nabe ti rolek li Şingalê hebe. Hebûna PKKê li Şingalê bûye sedem ku ew grûp bibe astengek mezin li pêşiya lihevhatin û vegera xelkê koçber.”

Kirby herwiha got: “Em daxwaza li tevahiya aliyan dikin, û ji wan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku hêsankariyan bo lihevhatina niştîmanî bikin, da ku ew xelkên koçber vegerin cihê xwe û ev civak careke din were avedankirin.”

Kirby daxwaza hemahengiyê ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û da xuyakirin: “Em daxwaza hemahengiyê di navbera hikûmeta navendî li Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo têkşikandina DAIŞê û çareserkirina arîşeyên navbera wan dikin.”

 

Nûçeyên têkildar