26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Nêta we Enfaleke din hebe, werin xwe biceribînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de bersiva Serokê Girûpa Çekdarî ya Esayibî Ehil Heq a Şîeyên Iraqî dide û dibêje, nêta we Enfaleke din hebe, werin xwe biceribînin da ku em enfala we jî bibînin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Derbarê daxuyaniyên Qeyis Xezelî di televizyoneke Iraqî de derbarê qonaxa piştî DAIŞê û Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê de, ku gotinên wî tije kîn û dijminahî ne, em wek Wezareta Pêşmerge ji wê girûpê û ji serokê wê re dibêjin, gefên we li hemberî Kurdistanê netiştekî nû ne û kar û helwestên we jî li dijî xelkê Iraqê ji her kesî re eşkere ne, ku we serê bi sedan welatên Iraqê li ser mezheb û nasnameya wan jêkiriye û divê hûn li ser wan tawanan bên dadgehkirin.

Gelê Kurdistanê, Enfal û kîmyabarana Sedam û qutkirina nan ji aliyê Malikî û yên wek wî ve, dîtiye. Hûn jî, eger nêta we ya enfaleke din bi serê Kurdan de hebe, dest ji gefan berdin û werin xwe tecrîbe bikin, da ku em enfala we jî bibînin.

Em hêvîdar in ew daxuyaniyên xeran ên dijminkarî tenê helwesta Xezelî û girûpa wî bin û ne ya Heşda Şeibî bin.”

Nûçeyên têkildar