26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îdareya nû ya Amerîka piştevaniya Kurdan û Serok Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê Dr. Ehmed Dizeyî ragihand ku îdareya nû ya Amerîka ji Kurdistanê re cihê dilxweşiyê ye, ji ber ku piraniya wan berê ligel Kurdan û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê dost bûn û pişta pirojeyên Serok Barzanî girtine.

Ajansên cîhanê amaje bi wê yekê dikin ku tê çaverêkirin ku guhertin di îdareya nû ya Amerîka de di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be, ji ber ku ew kesên ku Trump ew destnîşan kirine ji berê de li pişta Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bûne.

Derbarê wê yekê de Dr. Ehmed Dizeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di îdareya Obama de piştevaniyek baş li me dihat kirin. Di îdareya Trump de jî dê piştevaniyeke baş li Herêma kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bê kirin. Ew piştevanî jî ji ber pêwendiyên baş ên Serok Barzanî ligel senator û şêwirmendên Amerîka ye.”

Dizeyî wiha got: “Piştî van hemû qurbaniyan nabe Kurdistan nebe dewlet, nexasim ku em xwedî cografya û dîrok in û herwiha li ser asta cîhanê kes hesabekî ji Iraqê re nake, lewma jî piştevaniyekî baş li nêrîna Serok Barzanî di nava îdareya Amerîka û li Ewropa jî tê kirin, ku baştirîn dem e Kurdistan serxwebûna xwe rabighîne.”

Serokê Zanîngeha Selahedîn wiha domand: “Şêwirmendê pilebilind ê Trump û berpijêrê bo Wezareta Derve ya Amerîka ku serokê şîrketa Îkson-Mobil e, ligel Zelmay Xelîlzad û beşek ji senetorên Amerîka dost û piştevanê Serok Barzanî ne û pişta pirojeya Serok Barzanî digirin. Lewma em dikarin bêjin îdareya nû ya Amerîka pişta Kurd û Serok Barzanî digire.”

 

Nûçeyên têkildar