26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin serbixwe bin..Bila em û Iraqê cîran bin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got; “Di navbera kurdan û aliyên din ên Iraqê de bawerî bi hev nemaye û çareserî ew e ku kurd li gel Iraqê bibin du cîrnaên baş.”

 

Îro 15-12-2016 li Hola Mele Mistefa Barzanî ya Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê konferansek bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” tê sazkirin.

 

Di konferansê de Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir û diyar kir, ku dê di vê konferansê de lêkolîn û şiroveyên zanîstî yên derbarê serxwebûna Kurdistanê de bên pêşkeşkirin, sedem û faktorên serxwebûnê bên gotûbêjkirin.

 

Mesrûr Barzanî got; “Di mijara parastina serweriyên xwe de Iraq serkeftî nebûye. Divê em jî mafên xwe gotûbêj bikin û çareseriyan ji pirsgirêkên xwe re peyda bikin. Divê em ligel Iraqê weke du cîranên baş bimînin. Ev rêyeke baş e ji bo çareseriyê. Çimkî di navbera me û aliyên din ên Iraqê de bawerî bi hev nemaye. Em neteweyekî taybetmend in. Em dixwazin serbixwe bin.”

 

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku di sed salên derbasbûyî de Iraqê bi çevekê hemwelatiyên wekhev temaşayî kurdan nekiriye û got ku divê Iraq jî serxwebûna Kurdistanê weke çareserî bibîne.

 

Mesrûr Barzanî diyar kir, ku eger kurd serbixwe nebin dê bibin goriyê nakokiyên herêmî û ezmanûn di dîrokê de dubare bibe.

Nûçeyên têkildar