Koşnir: Dema serxwebûna kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê berê yê derve yê Fransa, Bernard Koşnir ragihand ku ev zêdetir ji 50 sal e ew çaverê dike ku li ser serxwebûna Kurdistanê biaxive.
Îro 15.12.2016ê li bajarê Dihokê wezîrê berê yê dereve yê Fransa, Bernard Koşnir di gotarek de ku li nav konfiransa bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Firsend û Asteng”pêşkêş kir û got niha dema vê yekê ye ku em guhê xwe bidine xwasta gelê kurd.”
Di despêka gotinên xwe de got ew ji hemû kurdan hez dike û spasiya gotinên Zelmay Xelîlzad kir.
Di berdewamiyê de Koşnir got: “Min serdana gelek cihên cîhanê kiriye tê bîra min ku dema min ligel Mistefa Barzanî gotebêj dikir ez ciwan bûn û wek xwebexş û çalakvanek yekem karê min ligel rêxistina pijîşkên bêsînor de bû. Dema min mêrxasî û camêriya Mistefa Barzanî dît ez matmayî mam û ji bo cara yekem min di sala 1975 de li ser mijara serxwebûn û otonomiya Kurdistanê li gel Mistefa Barzanî gotebêj kir.”
Koşnir herwaha aşkere kir, “Başterîn rê ji bo ku xwestkên xelkê pêk bên û bibine dewlet divê bi rêya sîstema NY (Netewên Yekbûy) be, dibe ku ev yek, yekane rê nebe lê belê pêngav bi pêngav divê li NY bipirsên û divê amadekarî hebe û rêyeke zehmet e.”
Koşnir wiha domand: “Dema behsa pirsa kurd dikin xelk hemû guh didinê. Niha dema vê yekê ye ku daxwaza gelê kurd bikin hûn xebatê dikin ji bo vegerana balans nijadî û mafê xwe di pênav azadiya olî û di pênav cudakirina ol û hikûmraniyê ew babetene hemû nirxên girîngin ji bo damezirandina dewletekê pêwîst e.”
Di berdewamiyê de got: Em behsa Kurdistana Iraqê dikin wek mînak ji bo paşerojê hûn bi tenê nîn in kurdên Sûriyê jî Îran jî û cihên din jî hene ku ez naxwazim behsa wan bikin çimkî zor aloz e, dema ku behs bikî ji yê gelek şareza bên û bi dengek bilind bibêjin ku nabî wan sînorane binpê bikin cimkî ew têkdana sînora wek têkdana cîhan dizanin lê belê niha navçe têk çûye dibe ku vê yekê ji bo giheştina çareseriyê bikar bihînin. Kurdistan niha şûneke aram e di navçeyeke de û yek ji wan kesên ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin ez im.”




