Xelîlzad: Biryara serxwebûna Kurdistanê girîng e

Hewlêr-KDP.info- Belyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad got; “Mijara serxwebûna Kurdistanê yek ji rojeva herî giring a siyasî ya deverê ye û pêwîst dike mirov li ser gotûbêjan bike.”
Îro 15-12-2016 li Hola Mele Mistefa Barzanî ya Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê konferansek bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” tê sazkirin.
Di konferansê de Belyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad gotarek pêşkeş kir û ragihand; “Îro li devereke berfereh şer heye. Li Iraq, Sûriye û hinek welatên din teror bûye gefeke mezin. Pêşmerge karî di vî şerî de bi navê hemû cîhanê bi qehremanî şerê teorê bike û wan têk bibe.”
Xelîlzad diyar kir, ku ya giring ew e ku divê bipirsin ka dê piştî têkbirina DAIŞê pêşeroja herêmê çawa be û got; “Divê welatên mezin jî rûnin û li ser vê mijarê biaxivin, biryar bidin ka dê çawa ligel vê rewşa nû danûstandinan bikin.”
Derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî Zalmay Xelîlzad wiha axivî: “Li deverê guhertinên mezin û pêşhatên nû çêdibin. Divê welatên mezin jî xwe ligel vê rewşê biguncînin û destpêşxeriyên wan ên nû hebin. Hemû kurd dixwazin bibin xwedan dewlet û gumanê ti kesan ji vê yekê nîne. Bi nêrîna min biryara serxwebûna Kurdistanê biryareke giring, giran û çarenivîsaz e. Dê ev yek bandore li hemû cîhanê bike. Divê serxwebûn bibe armanca sereke. Herwiha divê di nav kurdan de rêkeftinek hebe û astengiyên nav xwe nehêlin û paşî ligel Iraqê rêkeftinê bikin.”




