Serokê Herêma Kurdistanê salvegera damezrandina Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kak Belên Ebdullah
Sekreterê Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê
Silav û rêz
Ji bo bîst û heftemîn salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz û Endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Serkirdayetî û Endam û alîgirên vê partiya xebatkar dikim û hêviya serkeftin û pêşketinên zêdetir dixwazim.
Diyare Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê xwedî xebat û dîrokekî diyare li tevgera rizgarîxwaza gelê me da her wiha li pêkanîna wan destkeftan ku îro hemû mîlletê me şanaziyê pêve dikin.
Hêvîdarim ev salveger bibê handerek ji bo zêdetir geşepêdana xebata Partiya Zehmetkêşan û pêşxistina pêwendiya birayaneya navbera aliyê siyasiyên Kurdistanê û parastina yekrêziya gelê me ku îro bûye pêwîstiyek ji bo dakokî kirina destkeftan û pêkanîna armancên me yên kevin.
Her şad û serfiraz bin
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/12/2012




