Pêşmerge: Em parastina welat dikin û hin alî ji pişt ve xencerê li me û malbatên şehîdan didin

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, kombûna wan li pêşiya Dozgeriya Giştî ne tenê ji ber bêrêziya parlamentera Goran e li hemberî malbatên şehêdan ji ber ku ew gelekî ji wê yekê biçûktir e Pêşmerge ji bo wê bên ser cadeyê, lê belê peyama wan ji bo wê dibistanê ye ku roj li pey roj gavên zêdey xwe davêje û pîroziyê gelê Kurd binpê dike.
Hêzên Pêşmerge di wê daxuyaniyê de ragihand: “Di dema ku gelê me rastî hovtirîn dijminê mirovatiyê bûye û em wek Hêzên Pêşmerge, me canê xwe xistiye destê xwe de bo bergirîkirin li kerameta gel û axa welatê xwe, herwiha bi sedan pêşmergeyên qehreman bi xwîna xwe sînorê Kurdistanê xêz kirin, di vê dema ku em rûbirûyî dijmin in, hin kes hatine perwerdekirin li ser kîneya jehrî û fîtnegerî û nepakiyê, ku ji pişt ve jî xencerê li me dixin. Ew kesên ku bi dirêjahiya şerê li dijî terorîstên DAIŞê şerê derûnî ligel Pêşmerge dikirin, şagirtê dibistanekê ne ku rêz li nirx û pîroziyên gelê me nagire û di qirêjiya wan a dawî de, parlamentereke wê dibistanê, gotinên kirêt li dijî malbatên serbilind ên şehîdan gotine.”
Hêzên Pêşmerge ragihand: “Hin kes ku ser bi xeteke tevlihevî û terora hizrî ne, hemû temenê xwe xistine xizmeta dijayetiya sembolên welat û serxwebûna Kurdistanê. Di van herdû salên terorîstên DAIŞê de ne tenê di vê bergiriya pîroz de beşdar nebûne, lê belê hewl dan cudahiyê bixin navbera Pêşmergeyên di yek çeperî de û wan lawaz bikin. Lê şukir ji xwedê re Hêzên Pêşmerge bi yekrêziyeke mezin de xeyala wê girûpa nexweş pûç kir û netenê xwîna kur û keçên hemû Başûrê Kurdistan di yek çeperê de rijiya, lê belê xwîna ciwanên herçar perçên Kurdistanê bo parastina welatê ne, ket nav hev de û me serkeftinên mezin tomar kirin. Pêşmergeyê Kurdistan yek Pêşmerge ye. Ji Xaniqîn heta bi Şingalê, Pêşmerge, Pêşmergeyê Kurdistanê ne.”
Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Em careke din gelê azad ê Kurdistanê piştrast dikin ku em pêrêzer in li ax û kerameta we û ev demokrasî û azadiya ku heye berhema xwîna şehîdên me ye. Em di çeperên şer de ne û ji erkê xelkê ye ku rê nedin kesî ku ji pişt ve xencerê li me û malbatên şehîdan bidin.”
Derbarê wê parlamentera Goran ku sivkatî bi malbatên şehîdan kiribû, Hêzên Pêşmerge di daxuyaniya xwe de ragihand: “Kombûna me ne tenê ji ber bêrêziya parlamentera Goran e li hemberî malbatên şehêdan ji ber ku ew gelekî ji wê yekê biçûktir e ku Pêşmerge ji bo wê bên ser cadeyê, lê belê em kombûne da ku em peyamekê bighînin wê dibistana ku roj li pey roj gavên zêdey xwe davêje û pîroziyê gelê Kurd binpê dike, herwiha bazirganiyê bi paşeroj û destkeftên Kurdistanê dikin. Eger me dît Kurdistanê difroş in, emê wek Hêzên Pêşmerge li dijî wan bisekinin. Eger behsa malbatên şehîdan bikin, ti parêzbendî nikare wan biparêze û dê bên cezakirin. Em rê nadin careke din ew aliyên ku berjewendiyên dijminan cîbicî dikin, bibin nûnerê Kurdistanê.”




