26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mensûr Barzanî: Malbatên şehêdan taca serê Kurd û Kurdistanê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêza 1 a Gulan Mensûr Barzanî di xwepêşandana îro ya Hêzên Pêşmerge li dijî daxuyaniyên parlamentera Goran de, beşdar bû û ragihand ku yên dibêjin Pêşmerge milîs e, bi kirê hatine girtin.

 

Li gorî hinek medyayên nefermî, Mensûr Barzanî gef xwariye li wê parlamentera Goran a ku sivkatî bi malbatên şehîdan kirine, lê îro Mensûr Barzanî li hemberî wan îdiayan ragihand: “Min gef li kesê nekiriye. Ez îro ligel xelkê li dijî gotinên wê parlamenterê daketime ser cadeyê. Ez ne wek kurê Serok Barzanî hatime, lê belê wek Pêşmergeyekî vê axê hatime û min ti gev li ti kesî nekiriye û li kesî nakim jî, em fêrî gefan nebûne. Em xwedî yasa û dadgeh in û me daxwaz ji Dozgeriya Giştî kiriye ku dozê li dijî wê veke.”

 

Derbarê sivkatiya Parlamentera Goran û daxuyaniyên endamên partiya wê ku Pêşmerge wek milîs binav dikin, Mensûr Barzanî wiha got: “Ew kesê ku dibêjin Pêşmerge milîs in, ji aliyê dijminan ve bikirê hatine girtin. Pêşmerge welat û rondikên dayikên şehîdan diparêzin. Malbatên şehêdan taca serê Kurd û Kurdistanê ne.”

Nûçeyên têkildar