Pêşmerge: Divê parlamentera Goran bê cezakirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşemê, bi hezaran Pêşmerge li dijî daxuyaniya xerab a Parlamentera Goran Sirwe Ebdulwahid bi meşê çûn pêşiya avahiya Dozgeriya Giştî û li dijî wê doz vekirin. Herwiha daxwaz kirin ku ew parlamentera Iraqê ceza bibe da ku careke din kes nikaribe sivkatiyê bi Pêşmerge û malbatên wan bike.







