Xwepêşandana Pêşmerge li dijî pilaneke berfireh li hember Kurdistanê û Pêşmerge û xwêna şehêdan

Hewlêr-KDP.info- Nerazîbûnên li dijî gotinên Parlamentera Goran Sirwe Ebdulwahid roj bi roj berfirehtir dibin û îro jî bi hezaran Pêşmergeyên heval û mervên şehîdan, xwepêşandanek lidar xistin û li pêşiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê daxwaza cezakirina Sirwe Ebdulwahid kirin.
Bi hezaran Pêşmerge bi ala Kurdistanê, bi taybetî jî ew pêşmergeyên ku heval yan mervên wan di şerê li dijê terorîstln DAIŞê de şehîd bûne, li pêşiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaz kirin bi doz li dijî wê parlamenterê bê vekirin û bê cezakirin.
Pêşmerge di wê xwepêşandanê de digotin, em li vir amade bûne û nerazîbûna xwe nîşan didin li dijî nehca xiyanetê li dijî Kurdistanê û li dijî pilaneke berfireh li hemberî Kurdistan û Pêşmerge û xwîna şehîdan.
Beriya çend rojan Sirwe Ebdulwahid li ser televizyoneke erebî sivkatî bi malbatên şehêdan kiribû. Ev yek jî bibû sedema nerazîbûneke berfireh li dijî wê.




