“Divê PKKê ji Şingalê derkeve”

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê berê yê Şingalê dibêje, PKKê rêgir e ji vegera xelkê bo ser mal û hale xwe, lewma divê bi her awayekî be ji Şingalê bên derxistin.
Meyser Hecî Salih Qaymeqamê berê yê Şingalê û Endamê Encumena Qezaya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê hêj li nava Şingalê ne û jê derneketine. Xelkê Şingalê hemû daxwaz dikin ku PKKê ji navçeya wan derkeve, ji ber ku arîşeyan çêdikin. Lewma jî ew bûne rêgir ji vegera xelkê bo ser mal û halê xwe.”
Salih wiha got: “Xelkê Şingalê ji ber wê yekê ji PKKê dilgiran in, ji ber ku karên neyasayî dikin û cih jî ji gotûbêjan re nehiştine, lê bi her awayekî be divê ji Şingalê derkevin.”




