Cîhangîrî: Derfeta ku li Rojavayê Kurdistanê ji dest çûye, di histê PYDê de ye

Rostem Cîhangîrî Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ ji malpera KDP.info re ragihand: “Em qedexekirina partiyên siyasî li her perçeyekî Kurdistanê be, şermezar dikin, nexasim şewitandina ala Kurdistanê. Ew kar, destekî dijminan li pişt e û ew aliyê ku ala Kurdistanê dişewitîne li dijî berjewendiyên Kurdistanê ye. Herwiha ew kar ti sûdekê nagihîne wî alî û tenê ziyanê dighîne wê. Lê gelê Kurd wê yekê ji ti kesî qebûl nake. Bi nêrîna min şewitandina ala Kurdistanê xiyanet e li welat û neteweya Kurdî.”
Cîhangîrî dilgiraniya anî ziman ku heta niha Kurd li Rojavayê Kurdistanê nikarîne ti qezencekê ji şoreşa Sûriyê bibînin û ragihand: “Derfeteke zêrîn ji Kurdan re hat, lê mixabin ev jihevdûrketina di nava Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê, bû sedem ku Kurd yekdengiyekê di nava xwe de çênekin û ti qezencekê bidestve neynin, ew jî di husê deselata niha li Rojava de ku her tişt xistiye destê xwe de û bûn sedema jidestdana azadiyê. Pir zehmet e ew derfeta ku ji Kurdan re hatibû, dîsa dûbare bibe.




