26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Jina Kurd gelek gurbanî dane, ku em şanaziyê pê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di peyamekê de bi boneya 64emên salvegera damezrandina Yekêtina Afretên Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, xebata afret ango jina Kurd di civakê de ne tenê ji bo xwe bûye, lê belê piştevaneke bihêz bûne bo hevjîn û birayên xwe yên Pêşmerge di şoreşên Kurdistanê de û gelek qurbanî dane ku cihê şanaziya gelê me ne.

Ev tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Silavên xwedê li ser we be


Ji bo 64 emîn salvegera damezrandina Yekîtiya we (Yekîtiya Afretên Kurdistanê) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.
Yekîtiya Afretên Kurdistanê, çawa li serdema çiya de roleke ber bi çav li xebata neteweyî û niştimanî da hebûye, bi heman awayî niha de jî roleke bi bandor li çespandina mafê afretan de heye.
Xebata Afretên Kurd, tenê di nav xwe da nebûye li civak, belku piştîvaniyeke bihêz bûye û hevmilê hevjîn û birayên xwe yên Pêşmerge li şoreşê da qurbaniyeke zêde bexşiye ku cihê şanaziya gelê me ne.
Li vê qonaxa şerê dijî teror û terorîstên DAIŞê, jin û afretên Kurd, heman îradeya xwe ji bo neteweya xwe dûpat kirin û ezîztirîn kesên xwe pêşkêşî ax û neteweya Kurd kiriye.
Li vê helkeftê de, tekez dikin ku malbatên şehîdên serbilindên Kurdistanê, bi navê jiyanekî serbilindaneya mîlletê xwe da we qurbanî daye ku divê em hemû şanaziyê pêve bikîn û xizmetkirina we jî bi tu awayeke bi nirxek bi dawî nayê.
Serê rêzê ji bo şehîdên Kurdistanê diçemînîn û silav dişînîn ji bo malbatên wan.
Mesûd Barzanî
12.12.2016

Nûçeyên têkildar