Serokwezîrê Urdin sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Şahnişîna Urdinê sersaxî li Serok Barzanî kir, ew jî ji ber koça dawî ya xwişka wî Eqlîme Mistefa Barzanî.
Dr Hanî El Mulkî Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Şahnişîna Urdinê di peyamek de ji bo koça dawî ya Eqlîmexanê xuşka mezina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pirse û sersaxiya xwe bi Serok Barzanî gihand.




