PDKê serdana Bereya Turkmanî kir..Dê serdana Silêmaniyê jî bike

Hewlêr-KDP.info- Bi serdana Bereya Turkmanî li Hewlêrê, şanda PDKê dîsa dest bi gotûbêjan kir, ew jî li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo çareserkirina rewşa siyasî ya Kurdistanê. Herwiha van rojan ew şand dê serdana Silêmaniyê jî bike.
Îro Dûşemê, şana PDKê bi serperiştiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî li Hewlêrê ligel Bereya Turkmanî civiya.
Biryar e di çend rojên bê de şanda PDKê serdana bajarê Silêmaniyê bike û li wir ligel YNK, Tevgera Goran û Tevgera Îslamî bicive.
Serok Barzanî peyamek pêşkêşî aliyên siyasî kiribû û daxwaz ji wan kiribû ku gotûbêjan bikin bo çareserkirina pirsgirêkan û guhertina serokatiyên Herêma Kurdistanê. Heta niha şanda PDKê ligel çend aliyên siyasî civiya ye.




