Hikûmeta Kurdistanê teqînên Stenbolê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên şeva borî yên Stenbolê şermezar kir.
Hikûmeta Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, teqînên şeva borî yên Stenbolê bi tundî şermezar kiriye û ragihandiye, divê nehîştina terorîstan û zuhakirina çavkaniyên terorê bibe armanca hemû hêz û welatên cîhanê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê ji her kesî zêdetir êşa terorê dizanin ji ber wê jî ji destpêkê de heta niha di eniya pêş a şerê terorîstên DAIŞê de bûne û bi alîkariya hêzên dost û hevpeyman li ser şerê li dijî terorê rijd in.
Di teqînên şeva borî yên Stenbolê de, herî kêm 30 polîs û 8 sivîl hatine kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûne.




