26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavkaniyek: Malikî pilana dagîrkirina Kerkûkê dike..Hinek Kurd alîkar in

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Çavkaniyeke pilebilind ji dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê pilana dagîrkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê Nûrî Malikî ve eşkere dike, û dibêje destê hinek berpirsên Kurd jî tê de heye.

Mihemed Beyanî serperiştiya wê pilanê dike

Çavkaniyeke ewlehiyê li Kerkûkê, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev demek e ku Heşda Şeibî gelek çekan dişîne nava bajarê Kerkûkê. Otomobîl û kelûpelên leşkerî di nava wan de ne. Dest bi tomarkirin û biçekkirina Şîe û Sune û Turkmanan kirine. Herwiha çend berpirsên îdarî yên bajarê  Kerkûkê li pişt wê pilanê ne. Kesek bi navê Mihemed Beyanî ku Berpirsê Bakur yê Partiya Deiwa ye, serperiştiya wê pilanê dike. Herwiha beşek ji berpirsên partiyeke Kurdî di wê pilanê de beşdar in.”

Bi hezaran navê xwe nivîsandine û hatine çekdarkirin

Li gotî zanyariyên wê çavkaniya ewlehî: “Heta niha bi hezaran kes navê xwe nivîsandine û hatine çekdarkirin. Ew çekên ku tên Kerkûkê jî, bi navê şîrketên ewlehiyê derbas dibin nava Kerkûkê. Bi sedan belge di destê me de ne li ser vê pilanê. Tenê di malekê de asayişê destê xwe daniye ser 40 kilaşînkofan û 5 çekên giran.”

Heman çavkaniyê ragihand: “Nûrî Malikî gotiye, piştî nemana DAIŞê emê destê xwe deynin ser hemû Iraqê. Mebesta Malikî Kurd in, ku dixwazin destê xwe deynin ser Kerkûkê. Operasyon azadkirina navçeya Hewîce hiştin piştî operasyona Mûsilê, da ku hêzê bişînin Kerkûkê bo şerê Hewîceyê.”

Pilana Malikî li ser Kerkûkê dîsa wê bê şikestin

Derbarê vê pirsê de, Endamê Komîteya Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Malikî dixwaze bi riya hin caşên Kurd hin hêza xwe bişîne nava bajarê Kerkûkê. Helbet divê Hikûmeta Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge riya sereke ya Doz – Kerkûk li pêşiya wan hêzan bigirin, da ku ew hêz neyên Kerkûkê û ew pilan ser negire.”

Wî parlemanterê PDKê wiha got: “Herwiha divê hêzên neyasayî li Kerkûkê bên qedexekirin, nexasim ew kesên ku navê xelkê dinivisînin û wan çekdar dikin, bên girtin û cezakirin.”

Yên alîkariya wan dikin, divê bên cezakirin

Şaxewan Ebdulah wiha domand: “Her kesek û aliyek alîkariya wê pilanê bike, gerek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bên girtin û tundî bên cezakirin.”

Ebdulah ragihand: “Malikî gelek caran hêz aniye ser Kurdistanê, lê hercar rastî şikestinê hatiye. Niha bi riya hin caşan re dixwaze hêza xwe bîne nava Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî, û bi vê yekê yekîtiya Kurdan têk bide, xuya ye dizane ku nêzîk pêngaveke girîng li pêşiya me ye ku ew jî serxwebûn e. Yê ku ji Kurdan alîkariya wî dike, dê zû rûreş bibe.”

Nûçeyên têkildar