26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya- PDK bi fermî de kongireya Partiya CDU beşdar bû

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Şandeke PDKê bi fermî di kongireya Partiya CDU ya Almanî de beşdar bû. Di kongireyê de pêhatên dawî yên navçeyê jî hatin behskirin.

Îro 29yemîn Kongireya CDU li bajarê Êsin destpê kir. Hêmin Hewramî Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê bi nûneratiya PDKê ligel Berpirsê Navçeya Dûsildorif a PDKê Sedulah Berwarî, di kongireyê de beşdar bûn.

Hêmin Hewramî derbarê beşdariya xwe de di wê kongireyê de ragihand ku PDKê li ser asta herçar perçên Kurdistanê bi tenê bi fermî bo kongireya CDU hatiye vexwendin. Hewramî ev yek jî vegerand pêwendiyên dîpolmatîk yên Serok Barzanî, ku siyaseteke serkeftî û vekirî bikar tîne, û vê yekê jî hiştiye ku pêwendiyên Kurdistanê ligel hemû cîhanê baş bin.

Hêmin Hewramî pêşhatên dawî yên navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gihand wan şandên ku di kongireyê de beşdar bûn. Herwiha di çarçoveya wê kongieyê de, çendîn civîn û hevdîtin ligel berpirsên mezin ên wê partiyê lidar xist û tê de behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî di şerê li dijî terorê de kir.

Nûçeyên têkildar