Şingal- Erebên ku xelkê Şingalê kuştine tevlî PKKê bûne

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, ew erebên ku destê wan di karesata Şingalê de hebû, hîn di nava refên PKKê de mane û nehatine derxistin.
Qasim Dirbo ku fermandarekî Hêzên Pêşmerge ye li eniya Şingalê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Li navçeyên Hol û Dîban ên rojavayê Şingalê ku dikevin nahiyeya Babşilo, çekdarên PKKê hejmarek zêde ji Erebên wan navçeyan tevlî xwe kirine. Beriya demekê me ji PKKê re got ku destê wan Ereban di karesata Şingalê de hebû û alîkariya DAIŞê kirine, lewma jî divê bera wan din.”
Dirbo wiha got: “Ew Erebên ku PKKê tevlî xwe kirine, hejmara wam gelekî mezin e, helbet ew siyaset nayê qebûlkirin. Destê wan çekdarên DAIŞê di kuştin û karesata Şingalê de hebû, ma çawa PKKê wan tevlî xwe dike û çekan dide wan.




