Şêx Ceifer: Sivkatî bi Hêzên Pêşmerge siyaseta girûpeke siyasî ye

Silêmanî-KDP.info- Fermandarekî pilebilind ê Hêzên Pêşmerge dibêje, ew kesên ku sivkatiyê bi Hêzên Pêşmerge û şehîdan û malbatên wan dikin, tenê xwe pê sivik dikin û ew sivkatî bi Pêşmerge siyasetek e û ji aliyê girûpeke siyasî ve ye, lê dibê doz li dijî wan kesan bê vekirin.
Endamê Polîtburoya YNKê û Fermandarê Hêza 70 ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşmerge îro yek ji hêzên herî bi bandor û berçav e li cîhanê û wek hêzekî niştimanî tê naskirin û bergiriyê li azadî û demokrasî û mafê mirovan dike. Şerê mezintirîn rêxistina terorîstî li cîhanê dike û li ser destê wan efsaneya DAIŞê hat şikestin. Tenê ji destpêka şerê DAIŞê ve û heta niha Hêzên Pêşmerge 12 hezar şehîd û birîndar dane û hemû Kurdistan û tevî navçeyên Kurdistanî jî, parastine.”
Şêx Ceifer wiha got: “Eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, dê niha Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî wek Tikrît û Mûsil li wan hatiba. Mixabin ew kes jî sivkatiyê bi Hêzên Pêşmerge dikin. Niza ser bi îstixbaratê kîja welatê cîran ve ne. Sivkatiyê bi xwe dikin, ji ber ku Pêşmerge bi gotinên wan kêm nabin, ku rojekê dibêjin milîs in û rojekê sivkatiyê bi jinên şehîdan dikin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ew sivkatî bi Pêşmerge siyasetek e û ji aliyê girûpeke siyasî ve ye bo xerabkirina navê Pêşmerge, lê dibê doz li dijî wan kesan bê vekirin.”




