Sîrwan Zehawî: Barzanî berevanî li Xwakurikî kirî ye û li Kerkûkî jî di sengera berivanîkirinê de ye

Serok Barzanî di seredana xwe de bo hêzên pîşmergey li devera leylan ya nêzîk bajêrê Kerkûkê peyvek pêşkêşî hêzên pêşimergey kiru têda got "hungu evro erkekê pîroz li sere, çunkî parêzgariyê li gelê Kurdistanê dikin, miletê kurd bi dirêjahiya dîrokê dijî şerî bûye, belê digel vê çendê jî serê xwe jibo çu dujmnekî nevî nekirî ye, gelê kurd gelek qurbanî dayine heta gehiştî ye vê rojê, mîna tawanên enfalê û kîmiya barankirina helebceya şehîd û herfandina çar hiza rigundên Kurdistanê, li serheldana bihara sala 1991 ê, piştî sala 2003 ê jî kurd de rolekê berçav gêraye li avakirina hikûmet û Îraqê nû de ".
Serok Barzanî di pişkeka dî ya peyva xwe de got "min digel Celal Talebanî serok komarê îraqê piştî pirosesa azadiya Îraqê, bizavên mezin kirine bo avakirina îraqa nû, herwesa bizavên zor hatinekirin bo cê becê kirina destûrê Îraqê, ku mana yek parçeya xaka îraqê ya girêdayî vî destûrî ye, belê mixabin evro çu pêgîrî bi destûrî nahête kirin û bişêweyekê ne qanûnî fermandeyên firqe yan yên ji layê hikûmeta Îraqê ve dihête damezirandin, ku çi ji wan fermandeyan neçûne hember perlemanî û bi rêya qanûnî nehatine danan ".
Sîrwan Zehawî çavdêrê rewşa Kerkûkê bo Evro got "seredana serok Barzanî bo Kerkûkê peyameka giringe bo hemû cîhanî ku serokê herêma Kurdistanê yê rijde li ser parastina xaka Kerkûkê bicih înana madeyê 140 , herwesa serok Barzanî bivê seredana xwe selmand, ku ew devere Kurdistanin û di nav wijdana xelkê Kurdistanê de ne, çunkî di nav destûrî da hatî ye divêt madeyê 140 arîşeya wan deveran yeklayî bike, ewjî bi sê qonaxan ya yekê asayî kirina rewşa deverê, ya dwyê divêt serjimêrî bo deverên arîşedar bihêtekirin û dûvda bêxin rîfiram dumê heta xelkê Kerkûkê û deverên arîşe li ser bi xwe çarenivîsê xwe diyar bikin, belê mixabin hikûmeta norî Malikî lichê rewşê asayî bikin, ew bixwe rewşa deverên arîşedar aloz dikin, lewra seredana duhî ya serok Barzanî zor ya giring bû divî demîda bo Kerkûkê û tekezdket xelkê Kerkûkê dê paşe roja bajêrê xwe diyarkin ".
Sîrwan zehawî gotjî "êk ji xalên dî yên seredana serok Barzanî bo Kerkûkê, wê çendê diyardket, ku serok Barzanî herdem aştî xwaz bûye, belê heger pêdivî bike bike, dê wekî pêşimerge li çeperên berevanîkirinê raweste li hember dagîrikerên Kurdistanê, çawa berî niha li xwakurikî û çendîn deveran serok Barzanî mil bi milê pêşimergey şerikirî ye, ya xuyaye rewştê serokê Kurdistanê rewştê berevanîkirinê ye li axa Kurdistanê, ji aliyekê dîve arîşeya deverên veqetandî anku serok Barzanî, serokê herêmê nûnerê hemû xelkê Kurdistanê ye, çûna serokî bo Kerkûkê wate hemû xelkê Kurdistanê yê çûye Kerkûkê, lewra bi dîtina min çu jivê seredana serok Barzanî giringtir nebûn bo Kerkûkê û dubare em wekî welatiyên herêma Kurdistanê dilxoşikirîn, ku îdî heker me çend dijmin hebin, belê di hemberda yek yê hey dê bersîngê wan bigire, ku ew jî serok Barzanî ye




