PKK bi piştgiriya Bexda dixwaze deselata xwe li ser Şingalê berfireh bike

Sinûn-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sinûnê dibêje, PKK dixwaze bi piştgiriya Bexda deselata xwe li Şingalê berfireh bike, lewma jî xelk venagerin ser mal û halê xwe.
Nayif Seydo Rêveberê Nahiyeya Sinûnê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bi piştgiriya Bexda û yên ku piştgiriya Bexda dikin dixwaze deselata xwe li Şingalê roj bi roj birfirehtir bike, ku ev yek bûye sedem ku xelkê navçeyê dilgiran bibin.”
Seydo wiha got: “PKK li navçeyê ti karekî xêr nake û roj bi roj zêdetir destê xwe dixe nava karûbarê Şingalê û navçeyê de. Rojane ciwan û zarokên Kurdên Êzdî direvînin û bi zorê wan dibin Qendîlê. Ev yek jî dibe sedem ku xelk bitirsin û venegerin ser mal û gundên xwe. Xelk bi eskere ji me re dibêjin heta PKK li navçeyê be em venagerin, ji ber bi baweriya wan dê hebûna PKKê li wir bibe sedema karesateke din bi ser wan de.”
Rêveberê Sinûnê derbarê alîkariyên Hikûmeta Kurdistanê bo devera wan, ragihand: “Hikûmeta Kurdistanê kelûpelên pêwîst û petrola zivistanê bi ser xelkê navçeyê de dabeş kiriye û ev yek jî bûye cihê kêfxweşiya xelkê.”




