Mesrûr Barzanî: Divê PKK ji Şingalê derkeve..Me gelekî alîkariya Kurdên Rojava kiriye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wan daxwaz PKKê kiriye ku Şingalê derkevin. Herwiha got ku divê Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û serxwebûn mafekî rewşa yê gelê Kurdistanê ye.
Mesrûr Barzanî li Navenda Wilson a Lêkolînên Rojhilata Navdewletî li Amerîka panêlek pêşkêş kir. Ew panel li ser rewşa ewlehî ya Iraqê li piştî DAIŞê bû.
Mesrûr Barzanî li wê navendê ragihand: “PKKê li Şingalê bûye sedema arîşeyan, lewma me daxwaz ji berpirsên PKKê kiriye ku ji Şingalê derkevin da ku xelkê wê bi xwe îdareya xwe bikin û me pêşniyar kiriye ku Şingal bibe parêzgeh.”
Derbarê Kurdên Rojavayê Kurdisanê jî, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand: “Me 3 caran aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanî kom kirin da ku pêkve rêveberiya Rojava bikin û serkeftinên zêdetir li dijî DAIŞê bidest ve bînin lê jihev ketin. Me gelekî alîkariya wan kiriye. Em piştgiriya mafê Kurdan li Sûriyê dikin. Divê xelkê Sûriyê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”
Mesrûr Barzanî ragihand: “Divê Kurd biryarê li ser çarenivîsa bidin ji ber ku mafekî sirûştî ye. Em dixwazin îdareya nû ya Amerîka alîkariya me bike û piştevaniyê li Kurdistanê bike.”
Mesrûr Barzanî wiha domand: “Divê rêkeftin li ser paşeroja Mûsil li piştî DAIŞê bê kirin. Xelkê resen ên navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî dê biryarê li ser çarenivîsa deverên xwe bidin. Divê pêkhateyên Mûsilê parastî bin.”




