Wezareta Pêşmerge: Sivikatî bi şehîdan nayê qebûlkirin

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê gotinên parlamentereka Gorranê de, ku di bernameyeke televizyonî de sivikatî bi jinên pêşmergeyên şehîd kiribû û herwiha îdia kiribû, ku pêşmerge gundên ereban têk didin, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ku îro pênşemî 8ê Kanûnê hatiye belavkirin, Wezareta Pêşmerge dibêje, pêwîst e Tevgera Gorranê derbarê wan gotin û sivikatiyên parlamentera xwe de daxuyaniyê bide û meselê zelal bike.
Wezareta Pêşmerge ragihand: “Sirwe Ebdulwahîd, parlamentera Gorranê sivikatî bi malbatên serbilindên şehîdan kiriye, daxuyanî û nêrîna wê parlamentera Gorranê sivikatîkirin bi xwîna şehîdan e û bi ti şêweyekê nayê qebûlkirine, pêwîst e Tevgera Gorranê derbarê wê sivikatiya endama xwe de daxuyaniyê bide.”
Wezareta Pêşmerge bi tundî êriş dike ser parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahîd û dibêje: “Pêşmerge xwîna xwe bo parastina axa welat û berevanîkirin ji keramet û şerefa gelê Kurdistanê bexşiye, pêşmerge canê xwe bo welatê xwe feda dike, da ku gel bi serbilindî û bi kermat bijî û ti kes jî heqê wê yekê nîne bi navê parlamenteriyê rê bide xwe û hemû sînorên nepakiyê derbas bike û gotinên ne di cih de û tohmetan derheqê malbatên şehîdan de bêje.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Kesek ku sivikatiyê bi xwîna şehîdan bike, di her pile û payeyekê de be, ti nirx û parêzbendiyeke yasayî û siyasî jê re namîne.”
Her îro pênşemê, Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê derbarê gotinên parlamentera Gorranê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, ku dê li dijî wê parlamenterê dozê veke û dê vîdyoya deng û dîmenên parlamenter Sirwe Ebdulwahîd jî pêşkêşî Serdozgeriya Giştî bikin.




