“Kurdistan petrola xwe bifroşe Mozembîq baştir e ku bide Bexdayê”
__2016_10_30_h17m45s20__HK__2016_12_08_h16m20s49__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Nûnerekî Kurd di Parlemantoya Iraqê de dibêje, bûdceya Iraqê ya ku nû hatiye pejirandin ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, lewma jî Kurdistan pêbendî wê yasayê nabe. Herwiha tekez dike ku ew dahata ku Bexda dibêje ezê li hemberî petrolê bidim Kurdistanê gelekî kêm e û eger Kurdistan petrola xwe bide welatê Mozembîq jê re gelekî baştir e ji Bexda.
Parlemanterê PDKê yê Iraqê Dr. Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Bûdceya Iraqê ya ku bo sala 2017ê hat pejirandin, budceyekî siyasî ye, ne yasayî ye. Ew bûdce ji aliyê Frakisyona Dewleta Yasa ya Şîeyan û Frakisyonên YNK û Goran û Komel li pişt perdê hatiye amadekirin. Dixwazin ji xelkê re bêjin me ji bo we kar kiriye û ji xwe re bikin destkeftek.”
Dr. Erefat Kerem wiha got: “Herêma Kurdistanê petrola xwe bifroşe Mozembîq ji aliyê dahat û heqê wê pertolê, jê re baştir e. Îsal pirsa budceyê hemû siyasî bû û rewşa fermanber û Pêşmergeyan nehatiye liberçavgirtin. Hilbijartin nêzîk bûne û hin aliyên Kurdistanî li Bexdayê dixwazin ji xelkê re bêjin em xizmeta we dikin û çûn dengê xwe dan wî bûdceya ku dijminên Kurdistanê amade kiribûn. Lê PDKê ew bûdce baykot kir.”




