26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Yên ku nanê me qut kiribûn, ti çarî naxwazin arîşeyên me çareser bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê bendên qanûna bûdceya Iraqê yên girêdayî bûdceya Pêşmerge de daxuyaniyek da.

 

Serok Barzanî, di daxuyaniyê de, diyar kiriye ku ew benda ku derheqê Pêşmerge de hatiye pesendkirin, nezelal e û mîna lastîkê ye.

 

Serok Barzanî herwiha daye xuyakirin ku hikûmeta Iraqê ji sala 2005 ve kêşe û arîşeyan ji bûdceya Kurdistanê re çêdike ji ber wê jî ev tiştên ku niha diqewimin jî ne nû ne. Çimkî zihniyeta ku nanê gelê Kurdistanê qut kiriye û yên ku di vê warî de piştgirî dane wan, ti carî naxwazin arîşeyên xelkê Kurdistanê çareser bikin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê li ser xebat û rijdiya endamên hinek firaksyonên Kurdistanî bo pesendkirin û çareserkirina arîşeya bûdceya Kurdistan û Pêşmerge jî gotiye, bila endamên kurd ên parlamentoya Iraqê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rûnên û bi berfirehî li ser vê mijarê gotûbêj bikin, wê çaxê eger ew qanuna Iraqê bi sûd û xêra Herêma Kurdistanê bû bila li hev bikin, lê eger bi ziyana Herêma Kurdistanê be bila ji xelkê Kurdistanê re tevahiya rastiyan û lîstokên siyasî yên derheqê bûdcê de eşkere bikin.

Nûçeyên têkildar