26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Polonya pêşangehek bo Pêşmerge tê vekirin

Çavkanî: KDP.info

Polonya-KDP.info- Îro li bajarê Warşoya paytexta Polonya merasîma vekirina pêşangeheke wêneyan bi nave “Pêşmerge Duhî û Îro” birêve diçe.

 

Ew merasîm ji aliyê ofîsa Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya bi alîkariya Komeleya Rojnamevanên Polonya ve hatiye, hatiye amadekirin.

 

Ev pêşangeh di çarçoveya kampanyayekê de ye bi navê “Polonya bo Pêşmerge” hatiye lidarxistin, ku ev demek e Hikûmeta Kurdistanê û bi alîkariya hin dezgeh û medyayên Polonyayê ev kampanî ragihandine bo alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê leşkerî û çareserkirina birîndaran ve.

 

Ew pêşangeh heta dawiya meha 1 ya sala bê berdewam dike.

 

Nûçeyên têkildar