Ebdulhekîm Beşar: ENKS tevlî Itîlafa Niştimanî ya Sûrî dibe

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdulhekîm Beşar ragihand ku mekteba cîbicîkar ya Encûmena Niştimanî ya Kurdê Sûriyê biryar girtiye ku dê tevlî Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Opozisyona Sûriyê bibe.
Beşar di daxuyaniyekê ji malpera Welatî re ragihandiye ku, Encûmena Kurdî wê bi fermî tevlîbûna xwe ya di Itîlafa Niştimanî re rabighîne, ev yek jî wê piştî goftûgoyên bi hêzên Itîlafê re bibe û got: “Her weha ENKS û Itîlafa Niştimanî dê li ser hin pirsên ku di civîna dostên Sûriyê bêne gotûbêj kirin de lihev bikin.”
Ebdulhekîm Beşar teqez kir û got: “Desteya cîbicîkar ya Encûmena Kurd biryara tevlîbûna xwe di Itîlafê de wergirtiye.”




