26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Koçberên kampa Dîbegê arîkarî wergirtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dezgeh Barzanî ya Xêrxwazî bi hevkariya rêxistinên UNHCR û Mîr a Fransî herwaha bi sponsêrya welatê Kuwêytê  sobe,  şîr û pêdiviyên xandinê li ser 167 malbat û 1863 zarok û xandikaran de belav kirin.

 

Îro 07.12.2016ê Dezgeh Barzanî ya Xêrxwazî di berdewamiya kar û çalakiyan xwe de sobe ji bo  167 malbata kampên Dîbegê  belav kir ku ji aliyê rêxistinên UNHCR hatiye dabînkirin.

 

Her îro rêxistina Mîr a Fransî şîrê nav qutîyan de ji bo zarokan dabîn kir  ku ji aliyê Dezgeh Barzanî ya Xêrxwazî ve bi ser 2013 zarokan de hate dabeş kirin.

 

Dezgeh Barzanî ya Xêrxwazî û Kuwêytê çante û pêdiviyên dibistanê jî ji bo 1650 xandekaran di kampa Dîbegê de belav kir.

Nûçeyên têkildar