26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Newaf Reşîd: Tişta ku rêjîma Sûriyê nikarîbû kiriba, PYDê dike

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamê Polîtburoua Partiya Yekîtî Newaf Reşîd dibêje, tişta ku rêjîma Sûriyê 50 salî nikarîbû li hemberî Kurdan bike, niha PYDê dike.

 

Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Roj bi roj ji hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê re eşkere dibe ku helwesta PYDê ne kurdane ye û armanca wan ew e ku projeya Kurdî di paşerojê de sernegire.”

 

Reşîd wiha got: “Bê çawa cîhan li ser Sûriyê bûye 2 beş, Kurd jî wisa bûne 2 beş. Beşek ji cîhanê ligel rêjîma Sûriyê ne û yên din ligel opozisyonê ne. Kurd jî beşek ji wan ligel rêjîmê ne û beşê din ku ENKSê ye, xwedî projeyele neteweyî ye û Serok Barzanî serperiştiya wê projeyê dike. Ew aliyê din jî ku li yekîtiya gelan digere, dijayetiya projeya me dike û dibêjin pêwîstiya me bi dewleta Kurdî tune ye.”

 

Nûnerê Partiya Yekîtî li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd wiha domand: “Tişta ku rêjîma Sûriyê 50 salî nikarîbû li hemberî Kurdan bike, niha PYDê wek nûnerê rêjîmê li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan dike. Ku ji nehiştina xebata siyasî û demokrasî û guhertina demografiya Kurdistanê destpê kir û niha ala Kurdistanê dişewitînin.”

 

Newaf Reşîd gotina xwe wiha qedand: “Eger vê carê em danustandinan ligel PYDê bikin, dê mercên me mafên neteweyî bin, ji ber ku ew nekurd in. Eger li ser pirsên neteweyî me lihev kir, pirsên din dê ti pirsgirêka wan tune bin.”

Nûçeyên têkildar