26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şahê Urdinê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şahê Urdinê Şah Abdullahê Duyemê Kurê Huseyn nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê re şand û tê de sersaxî jê re xwest, li ser koça dawî ya xwişka wî Iqlîme Mistefa Barzanî.

Ev tekesta wê nameyê ye:

“Fexametê birayê birêz Serok Mesûd Barzanî xwedê we biparêze
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê 
Silav û rehmetên xwedê li we bin 

Bi xem û kovaneke kûr ve nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz gihîşt min, xwedayê mezin li wê biborîne.

Rê bidin min rastgotirîn hestên xem û diltengiyên xwe bi we rabigihînîn û hevbeşê xema we bîn li vê helkefta xemgîn da, ji xwedayê mezin û perwerdegar jî hêvîdarim xwedê jêraziyê bixe ber rehmeta xwe û bi bihûşta fireh şad bike û sebir bibexşê we û malbata we ya birêz.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Şah Abdullahê Duyemê Kurê Huseyn 
Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê

 

Nûçeyên têkildar