Erdogan sersaxî li Serok Barzanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Îro Sêşemê 6ê Kanûna 2016ê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Erdogan di wê pêwendiya telefonî de, ji ber koça dawîn a xwîşka wî Eqlîma Barzanî, sersaxî li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku ew ji xem nexweşiyan dûr be.




