26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Iraqê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di peyamekê de sersaxî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re xwest, ew jî li ser koça dawî ya xwişka wî Iqlîme Mistefa Barzanî.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Birayê birêz cenabê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Silav û dilovaniya xwedê li ser we bin
Bi xem û kovaneke mezin û bi razîbûna bi qederê xwedê, nûçeya koça dawî ya Eqlîmexanê xuşka we ya birêz gihîşt min, li gel hevbeşiya min ya ji bo xema we bi vê helkefta xemgîn da û bi hestekî birayane û dilsozane ve û bi hevsoziyeke germ ve, pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêraziyê bixe ber dilovanî û lêborîna xwe ve û wê bi bihûşta fireh şad bike û xwadayê mezin sebir û xweragiriyê bibexşê we û malbata we ya birêz.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Dr. Heyder Ebadî
Serokê Encumena Wezîran
Bexda
5ê Kanûna Yekemê 2016

Nûçeyên têkildar