26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêşmerge vê carê venagere paş

Çavkanî: PNA

Serokê herêma Kurdistanê serdana senger û xalên pêş ên hêzên pêşmerge li navçeya Leylan kir û silav û rêzên cemawerê Kurdistanê bi hemû pêkhate û neteweyên wê ve gihande pêşmergeyan.

 

Serok Mesûd Barzanî di peyvekê jî de bo hêzên pêşmergeyên bi cihbûyî yên li sînorê parêzgeha Kerkûkê jî ji wan re ragihand:´´ hûn îro erkekî pîroz li ser milên we ye, çimku hûn parêzvanîyê li paşeroja gelê Kurdistanê dikin.´´ Serok Barzanî herwisa da xuyakirin, ku ´´Kurd bi dirêjîya dîrokê dijî şerr bûye, hevdem amade jî nebûye ser ji bo dujminên xwe biçewîne.´´

 

Serok Barzanî di axavtina xwe de amaje bi ewê çendê jî da , ku gelê Kurdistanê gelek qurbanî daye heta ku gihîjtiye roja îro û tawanên Enfal û Kîmyabaran kirina Helebçe û rûxandina 4000 gundên herêma Kurdistanê bi nimûne anî.

 

Serokê herêma Kurdistanê di berdewamîya xwe de got:´´ di raperîna sala 1991 û piştî herifîna rejîma Beis û rizgarkirina beşeke zêde ya herêma Kurdistanê, hêza pêşmerge ti retareke xirab li gel supayê Iraqê nekiriye. Piştî sala 2003 jî Kurd roleke berçav hebûye di avakirin û pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de.´´

 

Di beşeke dina peyva xwe de serokê herêmê got:´´ li gel Serok Talebanî piştî prosesa azadîyê ve, me hemû hewlek daye  da ku Iraqeke nû dirust bibe, li ser hemûyan jî ew hewlên ku me dane bo cêgîrbûna destûr ku vemana yekparçeyîya xaka Iraqê girêdayî evê destûrê ye, belê mixabin îro hîç pabendîyek bi evê destûrê ve nahê dîtin û bi şêweyeke neqanûnî fermandeyîyên firqeyên supa ji alîyê Iraqê ve dihên danîn ku hîç yek ji wan neçûne parlemanê û rêya xwe ya qanûnî wernegirtine û bi neqanûnî dihên danîn.´´

 

Mesûd Barzanî herwiha tekezî li ser pabendbûn bi destûra Iraqê kir û ragihand, ku qebûlkiirna maddeya 140 ji alîyê me ve, evê nagihîne ku me goman li ser Kurdistanî bûna Kerkûkê û navçeyên din hebe, belku bo ewê çendê bû ku arîşe bi rêyeke destûrî çareser bibin ku mixabin hindek alî îro xwe ji destûrê vedidizin.

 

Her di evê bareyê de emîd Helgurd Hikmet bireveberê giştîyê ragihandin û rewşenbîrîyê li wezareta pêşmergeya herêma Kurdistanê ji malpera fermîya partîya Demokrata Kurdistanê kdp.info re ragihandiye, ku ´´ îro serokê herêma Kurdistanê li gel şandekê ku ji Ceifer Şêx Mistefa wezîrê pêşmerge û Mesrûr Barzanî rawêjkarê encûmena asayişa herêma Kurdistanê pêk hatibû, bi armanca serdan kirina hêza pêşmerge li navçeyê ku bi dûrîya 10 kîlometr li bajarê Kerkûkê hatine bicihkirin, serdana Kerkûkê kir.´´

 

Helgurd Hikmet ragihandiye, ku serokê herêmê di destpêkê de serdana hêzên pêşmerge kir, ewên ku ji alîyê Silêmanîyê ve hatibûn, paşê serdana ewan hêzan kir ku li bilindahîyên Domelan hatine bicihkirin, ku ew jî leşkera taybet û hêza piştîvanîya yekin.

Hikmet weha jî daye xuyakirin, ku hêza pêşmerge heta niha li cihê xwe mane û hîç tevgerek nekiriye û dê li ewan cihan jî bimîne û navekişe heta ku her çar firqeyên supayê Iraqê li navçeyê nevekişin.

Li gor nûçeyeka malpera Xendan jî li ser zarê jêdereke berpirs ku hevrêyê serokê herêma Kurdistanê di serdana îro ya bo Kerkûkê de bûye, ´´serokê herêma Kurdistanê serdana hêzên pêşmerge li sînorê navçeyên Dubiz, Leylan û Qere Hencîr kir û li gel pêşmergeyan nanê nîvrojê xwar û paşê jî di demjimêr 02:30 piştî nîvro vegeriya Hewlêrê.´´

Li gor jêderê malpera Xendanê, ´´serok Barzanî di peyvên xwe de hana hêzên pêşmerge da ku di amadebaşîyeke tewae de bin, belê destpêşxer nebin di teqekirinê û hilkirina agirê şerr de.´´

Her li gor evê jêderê, Mesûd Barzanî di peyvên xwe de tekezî kiriye, ku ´´Kurd şer naxwaze, belê qebûl jî nake êriş li ser bihê kirin û hêza Pêşmerge li vir dimîne û evê carê weke carên din nabe û pêşmerge venagere heta ku rewş yek alî nebe, herwisa pêywîste maddeya 140 a destûr jî cîbicî bibe

Nûçeyên têkildar