Hikûmeta Kurdistanê: Ev pîlaneke xeter li dijî Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê proje yasaya bûdceya sala 2017 a Iraqê de belav kir û tê de ragihand: “Pîlaneke siyasî ya metirsîdar li dijî Herêma Kurdistanê heye û mixabin ew parlamenterên Kurdistanê jî ku deng dane wê yasayê, çi zanî bin, yan jî nezanîbin, zêdebarî ku zanyariyên pêwîst bi wan hat dan, berovajiyê bejewendiyên giştî yên Herêma Kurdistanê û mûçewergiran deng dane yasayê, bêyî ku wê yekê li ber çav bigirin, ku ev yek di xizmeta berjewendiyên giştî de nîne.”
Pêr parlamentoya Iraqê, bendên qanûna bûdceya sala 2017 ya Iraqê, yên ku girêdayî bûdceya Herêma Kurdistanê bûn, pesend kir. Her çiqas firaksyona PDKê civîn baykot kirin lê ji ber ku firaksyonên YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû deng dabûn, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê hat pesendkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya fermî li ser biryara parlamentoya Iraqê derheqê bûdceya Herêma Kurdistanê de eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew pişka ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye terxankirin, pir kêm e û têra Herêma Kurdistanê nake.
Hikûmeta Kurdistanê her wiha ragihandiye ku ewa ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hat kirin, “komployeke siyasî ya metirsîdar e” li dijî Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniya hikûmetê de rexne li firaksyonên Kurdistanî yên deng dane bûdceya Kurdistanê hatiye girtin û hatiye gotin ku çi bi zanetî çi bi nezanî, wan berovajî berjewendiyên giştî yên Herêma Kurdistanê deng dane.
Di dawiyê de hatiye xuyakirin ku dê rayedarên hikûmetê, bi armanca piştrastbûna ji belge û agahiyên ku ketine destê hikûmetê, dê bi tevahiya firaksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê re li ser bûdceya Kurdistanê bicivin.




