Serokwezîrê Tirkiyê ji Barzanî re name şand

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji ber koça dawîn a Eqlîma Mistefa Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand.
Duh roja Duşemê 5ê Kanûna 2016ê, Eqlîma Mistefa Barzanî keça Mela Mistefa Barzanî û xwîşka mezin a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber nexweşiyê li Nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawîn kiribû.
Bi boneya koça dawîn a xwîşka wî ya mezin, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re birê kir û tê de xembaiya xwe anî ziman û sersaxî ji Barzanî re xwast.
Di peyama Yildirim a bo Barzanî de wiha tê gotin:
“Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê
Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawîn a xwîşka we ya birêz gihîşt min.
Xwedê rehmeta xwe li xwedê jêrazî bike û ez serxweşiyê li cenabê we û hemû endamên malbata Barzanî dikim.
Bînalî Yildirim
Serokwezîrê Komara Tirkiyê”




