26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojava- Li Tirbespiyê jî ofîsa ENKSê hat şewitandin

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info- Ofîsa Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Tirbespiyê yê Rojava hat şewitandin.

 

 Îro danê sibê ofîsa ENKSê li bajarokê Tirbespyê hat şewitandin, bêyî ku sedema şewatê bê zanîn.

 

Di encama şewatê de, hemû kelûpelên ofîs şewitîn lê tiştek bi kesî nehat.

 

Berî çend rojan li bajarê Amûdê jî ofîsa ENKSê ji aliyê alîgir û hêzên PYDê ve hatibû şewitandin, alaya Kurdistanê li ser bane ofîsê hatibû rakirin û hatibû şewitandin.

Nûçeyên têkildar