26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Elawî: Em li dijî siyaseta mezhebgerî ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokomarê Iraqê tekez li ser redkirina tayfegerî û cudaxwaziya tayfegerî di piroseya siyasî û paşeroja Iraqê de kirin.

 

Îro 06.12.2016ê li Selahedînê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li cîgirê serokomarê Iraqê û serokê îtîlafa niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî û şandekî pê re kir.

 

Di civînê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û herêmê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê, herwaha li hember vê yekê terorîstên DAIŞê hatin gotûbêj kirin û her du aliyan keyfxweşiya xwe ji ber hemahengî û karên hevbeş ên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di operasyona azadkirina Mûsilê de nîşandan. Herwaha li se pêşketin û gohertinên siyasî yên di asta herêm û navnetewî de hatin nirxandin.

 

Di beşekî dinê hevdîtinê de, li gel gefên hizra tundbûnê û terorê, redkirina siyaseta mezhebgerî û cudaxwaziya mezhebgerî di piroseya siyasî û paşeroja Iraqê de hate gotûbêj kirin.

 

Di heman civînê de şanda mêvan pesna siyaset û rewangeha herêma Kurdistanê kir, di parastina pêkhateyên netewî û olî û kûrbûna çanda pêkvejiyanê.

 

Di vê civînê de sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtburoya PDKê Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed jî amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar