26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û berpirsên Amerîka behsa paşeroja Kurdistanê kirin

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka behsa paşeroja Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel Antonî Bilînkin Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka civiya û di wê hevdîtinê de tekez li ser pêwendiyên bihên ên di navbera Hewlêr û Washington de hat kirin.

Di wê civînê de, herdu aliyan behsa qonaxa piştî şerê Mûsilê û derxistina DAIŞê ji wî bajêrî kirin.

Mesrûd Barzanî jî tekez kir ku Hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê dê şirîkê Amerîka û cîhanê bin di rûbirûbûna terorê de.

Ji aliyekî din ve, şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê ligel Cîgira Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Êlîsa Silotkîn derbarê zêdekirina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge, civiya. Di wê civînê de behsa çawaniya zêdekirina wan alîkariyan bo Pêşmerge hat kirin.

Di çarçoveya hevdîtinên xwe de ligel berpirsên Amerîka, Mesrûr Barzanî ligel Welîd Faris Şêwirmendê Karûbarê Rojhilata Navîn yê Donald Trump Serokê nû yê Amerîka civiya û şerê li dijê DAIŞê û paşeroja Kurdistanê gotûbêj kir.

Nûçeyên têkildar