Kurd pîlaneka Malikî aşikira dikin

Berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li mûsil bo Evro ragehand ku Malikî pîlanek bo kontirolkirina bajêrî Mûsil darêtî ye.
Îsmet Receb zêdetir diyarkir ku Malikî bi rêya Ebdula Himêdî berpirsê kutleya hedbaya reş li civata parêzgeha Mûsil, dixwaze Esîl Nucêfî parêzgarî niha yê Mûsil li ser karê bide aliyekî.
Berpirsê liqê 14 dîsa diyarkir dema wan ev pîlane aşikira kirî, yekser wan nucêfî agehdarikir û got: " Niha esîl nucêfî yê li gel çarekirina arîşeêyin deverên veqetiyayî û serxistina piroseya bicihînana madeyê 140 û hemî arîşeyin kurdan li mûsil, ji ber wê çendê Malikî divêt Nucêfî li postî parêzgarî Mûsil bide aliyekî û li şiwêna wî himêdî bike parêzgarê Mûsil




