26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêbarî: Ti kesek derveyî yasayê li Kurdistanê nehatiye girtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê lijneya bersivdana raportên navnetewî yê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî îro daxuyaniyekî rojnamevanî da û bersiva raportên navnetewî yên derbarê herêma Kurdistanê de da.

 

Berpirsê lijneya bersivdana raportên navnetewî îro 05.12.2016ê diyar kir: ‘’Ti zindaniyên veşartî li Herêma Kurdistanê tune ne.’’ 

 

Herwaha daxwaz kir eger ew zindanî hene bila zanyariyên bi hûrgilî ji me re bên dayîn û derbarê girtinan de jî got: ‘’Ti kesek dervey çarçoveya yasayan û bi awayekî neyasayî û ji ber xwe ve li Herêma Kurdistanê nehatiye girtin û hemû pêverên yasayî û mafên mirov li berçav hatine girtin.’’

 

Dr. Dîndar Zêbarî di raporta xwe de amaje bi raporta salane ya wezareta derva ya Amerîkayê kir û got: ‘’Li gel me pir balkêş e û xalên giring tê de hene û em bi fermî û li gor data û raporê me bersiva wê raportê daye û li gel yek hevkarî û alîkariyên me ji hev re heye û heftiya borî jî bi fermî bersiv me radestî konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê kir.’’

 

Herwaha got: ‘’Di raporta wezareta derve ya Amerîkayê de û ew beşa taybet a bi Herêma Kurdistanê çend xalek li ser hin pirsên Herêma Kurdistanê aşkera kirine û daxwaza ronîkirinê li Kurdistanê kirine, ku me bersiv û têbiniyên xwe bi fermî wek bersiva xwe ji konsolxaneya Amerîkayê re aşkera kiriye.’’

 

Derbarê wan kesên ku girêdayî saziya dijî teror de jî got: ‘’Em di demeke pir hestyar de ne, ji ber vê jî tevdîrên ewlekariyê û yên taybet me dane berxwe, diyar e ev yek jî bo silametiya kesên ku hatine girtin bixwe jî ne, ku piroseya dadgehkirina wan bi awayekî temam û bi tenduristî rêve biçe.”

 

Dîndar Zêbarî wiha got: “Me rê daye şandeya Netewên Yekbûyî ya Iraqê ku serdana wan cîha bike girtî û bi taybet jî cîhên ku terorîst lê ne serdan kirin.

Nûçeyên têkildar