26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê: PYDê hêrsa şikestina rêveberiyê di serê ala Kurdistanê re derdixe

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê dibêje, PYDê ji ber ku di rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de şikestiye, dixwaze kerba xwe di serê pîroziyên me re derxîne û bêrêziyê bi ala Kurdistanê dike, lê êdî xelkê Rojavayê Kurdistanê ji wan qebûl nake.

 

Behcet Beşîr Endamê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD ku bi wekalet ji rêjîma Sûriyê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê dike, hatiye şikestin û ji ber wê siyaseta wê ya tekrewiyê û zilma wê, em wek ENKSê îtîrafê pê nakin. Ma şikestin di rêveberiyê de çi ye? Rewşa aborî ya xelkê pir xerab e û azadî tune ye û rewşa ewlehî jî xerab e.”

 

Beşîr wiha got: “PYDê ji ber şikestina xwe di rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de, kerba xwe ji pîroziyên neteweyî yên Kurdî wek Pêşmerge û ala Kurdistanê vedike, herwiha serkirdeyên me û çalakvan û rewşenbîran davêjin binê zindanan.”

 

Wî endamê ENKSê wiha domand: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber wan bar dikin û yên ku mane jî êdî ji wan qebûl nakin, ji ber ku hemû sînor derbas kirine.” 

Nûçeyên têkildar