PDK: Ji ber guvaşên girûpeke siyasî deriyê dibistanên Silêmaniyê hatine girtin

Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê ragihand, ji destpêka pêkhatina krîza darayî heta naha, li gel aliyan peyvendiyên çareserkirinê pêşxistine û hewl dane pirsgirêkê çareser bikin, lê ji ber guvaşên girûpeke siyasî deriyê dibistanên Silêmanî û Helebçe hatine girtin.
Di daxuyaniya Fraksiyona PDKê de hatiye: “Em wek Fraksiyona PDKê amaje bi westandina hevniştimaniyên xwe dikin û li gel daxwazên wan ên rewa ne, em spasiya berxwedana wan dikin, bi hemû aliyekê de jî radigihînin, ji destpêka avabûna krîzê heta naha, li gel aliyên peyvendîdar em di gotûbêjê de ne, da ku em hemû bikarin rê çareyekê guncaw bo wan pirsgirêkan bibînin.”
Heman demê de hatiye aşkera kirin ku “Ji ber guvaşên grubeke siyasî, li parêzgehên Silêmanî û Helebçe û deverên Germiyan û Raperînê mamosta û fermanberan, berê xwe dane boykotê û piroseya xwendin û dibistanan rawestandine û karûbarên yekeyên îdarî asteng kirine, bi vê hişmendiyê ve hevniştimaniyên me li wan deveran rastî pirsgirêkan hatine û nikarin wek pêwîst karûbarên xwe yên îdarî birêve bibin. Herwaha metirsî li ser çarenivîsa zêdetir ji 750 hezar xwandevanan ava bûye, ku nav wan de xwandevanên beşa amadeyî yên pola 12 jî hene.”
Herwaha tê gotin: “Ew gruba siyasî bi rêya hewldan bo leke kirin û naşirîn kirina wan mamosta û fermanberên bi rêz ku naxwazin bikevin bin daxwazên wan, hewlê berdewambûna boykotê didin, heger na herkesek wî tiştî baş dizane ku mamosta û fermanberên birêz agahiya wan ji rewşa pêvajoyê heye, ti demekê ne amadene ku pişta xwe bidin welat û hikûmeta xwe û daxwaza wan a ziyan gehandina piroseya xwandinê û kerta hikmî ya herêmê tuneye.”
Fraksiyona PDKê teqez dike: “Ew grûpa siyasî armanca wan her çi be, tenê ziyan digehînin civakê û sîstema perwerdê û kertên hikûmetê û hevniştimaniyên me ji herkesekê zêdetir ji vê rewşê zerer dibînin. Ji ber guwaşên wan ku boykot berdewam bike, hejmareke zêde yê hevniştimaniyan ew dever berdane û ji bo çareseriya zarokên xwe û xwandina wan ji bo têkneçe û westandina wan ber bikeve, cîh û deverên xwe berdane. Di demekî ku herêma Kurdistanê xwedî ezmûnên girantire û ji wan ezmûnan re jî derbas bûye, lê ti demekê hewlê rawestandina xwandinê û saziyên rêvebirî û îdarî nehatiye dayîn, ku ziyan negehe piroseya xwandin û karûbarên hevniştimaniyan ranewestin. Berdewamkirina piroseya xwandinê piştî raperîna mezin a gelê me ya piştî sala 1991ê belgeya herî berçav a rastiyan e.”




