Serok Barzanî û Serfermandarê Iraqê operasyona Mûsilê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, herdu aliyan behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê kirin.
Roja dûşem 05.12.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ferîqê Yekem Osman Elî Ferhud El Xanimî Serok Erkanê Artêşa Iraqê û şandeke li gel kir ku ji birêz Ferîq Rukin Enwer Hemed Emîn Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê, Ferîq Rukin Endulemîr Yarella Cîgirê Serok Erkanê Artêşa Iraqê yê operasyonan û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê operasyona hevbeş û Lîwa Rukin Se'ed El Ellaq Birêvebirê Hewalgiriya Serbazî pêkhatibûn.
Li civînê de naverokên proseya azadkirina Musilê xistin berbehs û guftûgoyan û pesna serkeftinên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kirin.
Her li vê civînê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û tekez li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.




