26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Îtîlafê diyriya rêzlênanê ya gelê Sûriyê da Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye kir û di wê hevdîtinê de, herdu aliyan behsa rewşa Helebê kirin û piştre Serokê Îtîlafê diyriya rêzlênanê ya gelê Sûriyê da Serok Barzanî.

Roja yekşem 04.12.2016 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya li Enes Ebide Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraq û Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî û hevkêşeyên nû yên li asta navçeyî û navdewletî de hate nirxandin.

Her wiha ronahî xistin li ser rewşa bajarê Helebê bi taybetî rewşa miroviya xerab ya li wî bajarî.

Li beşekî dinê civînê de behsa operasyona azadkirina Musil û serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li beranber terorîstan kirin û behsa hewla Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û oliyên parêzgeha Nînowa kirin.
Her li vê civînê de şanda mîhvan ji bo wan hevkariyên li warên cûda cûda de pêşkêşî gelê Sûriye kiriye spasî Serok Barzanî kirin û her bi vê helkeftê jî diyariya rêzlênana gelê Sûriye pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Nûçeyên têkildar