Gundî: PKK milkên me zeft kiriye..Nahêle 600 gundên Başûr bên avakirin

Hewlêr-KDP.info- Xelkê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dibêjin, em ji ber PKKê nikarin herin ser mal û milkên xwe û çekdarê wê em ji gundên me derxistine. Herwiha li gorî amaran, ji ber PKKê 600 gundên parêzgehên Hewlêr û Dihokê nehatine avakirin.
Elyas Heyder ku welatiyekî navçeya Amêdiyê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev zêdetirî 25 salan e ku em koçber bûne û niha em li nava Amêdiyê bicîh bûne û heta niha nexuya ye ku emê kengî vegerin gundên xwe. Me gelek caran hewl daye ku em vegerin ser mal û halê xwe, lê çekdarên PKKê nahêlin em herin ser gundên bav û kalê xwe. Em daxwaz dikin ku PKK navendên xwe ji gundên me dûr bike û ji Başûr herin Bakurê Kurdistanê.”
Wî welatiyê ku gundê wî dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê, wiha got: “Duhî ciwanek ligel çend hevalên xwe çûne gundê xwe, lê çekdarên PKKê gule berdane wan û ew ciwan kuştine. Roj bi roj PKK arîşeyên zêdetir ji me re derdixe. Lewma jî em daxwaz ji wan dikin ku êdî arîşeyan ji me re dernexin û ji navçeyên me derkevin.”
Xalid Elî ku welatiyekî navçeyên sînorî ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber hebûna navend û baregehên PKKê li navçeyê, jiyana me ketiye metirsiyê, lewma em daxwaz dikin ku zû PKK navendên xwe ji gundên me dûr bike, lê mixabin PKK naxwaze ji gundên me derkevin, lewma jî heta niha em venegeriyane ser gundên xwe. Ji bilî ku ku gundên me zeft kirine, çekdarên PKKê xêr û bêra gundên me jî destê xwe datîne ser wan.”
Berpirsên Herêma Kurdistanê beriya niha ji malpera KDP.info re ragihandibûn ku PKK bûye arîşe bo navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û ji ber navend û baregehên PKKê 600 gund li sînorê Hewlêr û Dihokê nehatine avakirin û balafirên Tirkiyê jî berdewam li navçeyê didin û ziyanan dighînin navçeyê.




