PKKê ciwaneke Başûrê Kurdistanê kuşt

Amêdiyê-KDP.info- Ciwanê bi navê Beroj Remezan, li nêzîkê gundên Sigirê û Kanî Jîlanê ya navçeya Amêdiyê ji aliyê çekdarên PKKêve hatiye şehîdkirin.
Yek ji mervên wî ciwanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Beroj Remezan ligel 4 hevalên xwe çûbûn nêçîrê li gundê xwe yê li sînorê Amêdiyê û bi dûrbînê çekdarên PKKê dîtibûn û di cih de vegeriya bûn, lê çekdarên PKKê bi dû wan de çûne û kemîn ji wan re danîne û gule berdane wan û di encamê de Beroj şehîd bûye, 3 hevalên wî hatine girtin û 1 jî reviye ye.”
Wî mervê Beroj wiha got: “Sedema şehîdkirina Beroj û girtina hevalên wî ew e ku nabe xelk biçin wî sînorî, lê ew cih û gund navçeyên me ne. Beroj kurê şehîdekî Enfalê ye û sala 1988ê rêjîma Iraqê bavê wî şehîd kiribû.”
Wî mervê Beroj ragihand: “PKK bûye metirsî li ser navçeyê û ev necara yekê ye ku guleyan berdidin xelkê Başûrê Kurdistanê û gelek caran xelk birîndar kirine û ew kirine kêmendam, ku ev yek jî destdirêjî ye li ser xelkê sivîl.”




