“Pêwîst e PYD bê şermezarkirin”

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Parlemantoya Kurdistanê dibêje, gerek li hemû navçe û parçeyên Kurdistanê kiryarên PYDê bên şermezarkirin.
Ferhan Cewher Serokê Komîteya Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Parlemantoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Tişta ku PYDê kiriye bi şewitandina sembola neteweyî ya Kurdî ku ala Kurdistanê ye, kareke pir xerab e û tê wê wateyê ku ti bi xwe agir berdide îradeya gelê xwe û sembol û dîroka xwe bişewitînin.”
Ferhan Cewher wiha got: “Pêwîst e raya giştî li hemû navçe û perçeyên din ên Kurdistanê wan kiryarên kirêt û ne dicihê xwe de, şermezar bikin.”




