Nêçîrvan Barzanî û McGurk qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be ku bi rêya diyalog û danûstandinan hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bike.
Êvariya roja Şemiyê 03.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Nûnerê Barack Obama yê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şandeya pê re civiya.
Nûnerê Barack Obama yê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk, di civînê de, kêfxweşiya xwe li hember serdan û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê diyar kir û behsa pêşkeftinên meydanî yên şerê dijî çekdarên DAIŞ li Mûsil û derdora wê kir û diyar kir ku di wî şerî de pêşmerge karî serkeftinên mezin û baş li dijî DAIŞê tomar bike.
Brett McGurk di vê çarçoveyê de hevkarî û hevahengiya navbera Hêzên Pêşmerge, arteşa Iraq û hevpeymaniya navdewletî bilind nirxand.
Nûnerê Obama di berdewamiya axavtina xwe de tekîd li ser berdewamiya têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkên navbera her du aliyan de kir û got ku girîng e ew têkeliyî ji bona amadekirina pilaneke berfireh a siyasî û emnî ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê berdewam be.
McGurk herwiha anî ziman Amerîka dê li ser xebatên xwe yên ji bona têkbirina DAIŞê berdewam be û di vê çarçoveyê de rola Herêma Kurdistanê berê û niha di her du warên leşkerî û mirovî de bilind dinirxînin.
Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de şandeya mêvan dilrehet kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be ku bi rêya diyalog û danûstandinan hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bike û xebatên wan jî digel arteşa Îraqê û hêzên hevpeymanan heta Iraq ji terorîstan bê paqijkirin û dever aram û tena bibe berdewam dibe.
Serokwezîr got ku pêwîst e ji bo dirustkirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên cudayên Deşta Neynewayê de, bi taybetî di navbera êzidî û mesîhiyan de, bawerî çê bibe daku bikaribin bo ser mal û milkên xwe vegerin.




